Trump dibêje dibe ku ew dîsa bifikire tevlî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê bibe
PeyamaKurd – Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trump, îşaret bi wê yekê kir ku dibe ku welatê wî dîsa tevlî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) bibe. Trump di mitînga ku li Las Vegasê beşdar bû de axivî û got ku "DYA dibe ku vegere" WHO ku wî ragihand, ew bi biryarnameyek ku di roja yekem a wezîfedariya xwe de îmze kiriye ji wê vekişiyaye.
Trump got, "Ez ji WHO vekişiyam, me salê 500 mîlyon dolar li wir dida û Çîn 39 mîlyon dolar dida her çend nifûsa wan pir zêde be jî, lê dibe ku em ji nû ve tevlîbûnê bifikirin."
Di 22ê Çile de, Serokê Komîsyona Yekîtiya Afrîkayê Musa Faki Mahamat bang li Trump kir ku biryara xwe ya vekişîna ji WHO ji nû ve binirxîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin