Erdogan: Em bi gotina we ji Hemasê re nabêjin 'rêxistina terorê'

08 December 2023 18:18 0 dîtin
Erdogan: Em bi gotina we ji Hemasê re nabêjin 'rêxistina terorê'

PeyamaKurd -  Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di vegera ji paytexta Yûnanistanê Atînayê de, di balafirê de daxuyanî dan rojnamevanan.

Erdogan diyar kir ku serdana wî ya Yûnanistanê di keşûhewayeke erênî de derbas bûye û hêvî dike rûpeleke nû ligel Yûnanistanê bê vekirin.

Serokomarê Tirkiyê li ser şerê Îsraîl-Hemasê jî dubare da xuyakirin ku ew Tevgera Hemasê wekî tevgereke siyasî dibînin û wiha dewam kir: “Dixwazin bi zorê li ser me ferz bikin ku em bêjin rêxistina terorê. Nexêr, bi gotina we em ji Hemasê re nabêjin rêxistina terorê.”