Emine Erdogan bi serokê Rêxistina koçê re hevdîtin kir

31 March 2023 23:13 0 dîtin
Emine Erdogan bi serokê Rêxistina koçê re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Hevjîna serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan, Emine Erdoğan piştî li Neteweyên Yekgirtî li ser ‘Proja bermayên wê sifir’ axifî, bi serokê Rêxistina Koçê bi Antonio Vitorino re hevdîtin kir. Her dû teref li New Yorkê li Mala Tirkan hevdîtin kirin. Mijara her dû kesan li ser ‘erdhejê’ û ‘Proja Bermayên Wê Sifir’ bûn. Li ser mijarê Vitorino weha got:

“Me bi First Lady re civîneka gelek baş kir. Piştî felaketa erdhejê ya mezin, ew soza ku Rêxistina Koçê ya Navdewletî daye, dewam dike û hevkariya me ya bi xelkê Tirkiyê re, min jê re ragihand. Me ‘Roja Dinyayê ya Bermayên wê Sifir’ pîroz kir. Proje dike ku mesrefa me ya di alîkariya komaletiyê de, gelek kêm bibe. Em rola Tirkiyê ku di guherîna kêşûhewayê de girtiye ser xwe teqdîr dikin.

Em di mijara erdhejê de bi hukumeta Tirkiyê re nêz dixebitin. Bi taybetî bi AFAD ê re. Pêdiviya ewilî ku ji bo hewandinê çare bê dîtin û ji bo xelkê erdhejê karibin jiyana xwe dewam bikin. Mijara duyê ew e ku piştî erdhejê herêmê ji nûh de ava bikin û ji bo herêm baş bibe, bê çareserî çi ne, em bi wan meşxûlin.

Li Herêmê 1,5 milyon Sûriyeyî hene. Ji bo 11 bajarên ku Sûriyeyî lê dimînin, ji bo parastina demkî ya wan xebatên me hene. Bê ku em ferqê bixin navbera wan, di herêmê de em ji bo herkesî dixebitin. Ji ber herkes weka me mirove û bandora erdhejê li ser hemûyan çêbûye.”