Li Îranê yekem derziya koronayê kurê wezîrê tenduristiyê li xwe xist

09 February 2021 19:45 0 dîtin
Li Îranê yekem derziya koronayê kurê wezîrê tenduristiyê li xwe xist

PeyamaKurd – Li Îranê helmeta derzîkirinê ya bo vîrusa koronayê bi derziya rûsî Sputnik V dest pê kir.

Kampanyaya lêdana derziya dijî Koronayê (Covid-19), îro 9ê Sibatê li televîzyona fermî ya Îranê hat ragihandin û yekem derziya koronayê jî li kurê Wezîrê Tenduristî yê Îranê hat lêdan.

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li nexweşxaneyeke Tehranê di destpêka helmetê de got: “Em helmeta niştimanî ya lêdana derziya dijî vîrusa Covid-19ê dest pê dikin.”

Îranê 2 milyon doz derziya Sputnik V ji Rûsyayê kirîne û bi sê beşan dê bigihîjin Îranê ku piştî beşa yekem gihîşt Tehranê, Balyozê Îranê yê li Moskowê Kazim Celalî diyar kir, biryar e heta 28ê vê mehê, du beşên din jî bigihîjin destê wan.

Îran li Rojhilata Navîn welatê herî zêde bandora koronayê li ser çêbûye ye. Heta niha li gorî amarên fermî 58 hezar û 625 kes ji koronayê mirine û hejmara pêketiyan jî gihîştiye milyonek û 481 hezar û 396 kesan.