Yekem barê derziya Rûsî ya Koronayê îro digihîje Îranê
PeyamaKurd – Yekem barê derziya Rûsî ya Koronayê, îro digihêje Îranê. Nayê zanîn Îranê çend derzî ji Rûsyayê kiriye, lê biryar e piştî gihîştina yekem bar, derzîkirina xelkê, li gor xişteya wezareta tendirustiya wî welatî destpê bike.
Kirîna vaksîna Rûsî ji aliyê Hikûmeta Îranê ve, rastî nerazîbûneke berfireh a xelkê, pizîşk û rayedarên tendurustiyê yên Îranê hat.
Hikûmeta Îranê piştî ku rêberê bilind ê Îranê Elî Xaminêyî kirîna derziyên taybet ên Koronayê ji Amerîka û Brîtanya qedexe kir, weke alternatîv dest bi kirîna derziya Sputnik a Rûsî kir.
Wezîrê Tendurustiya Îranê Seîd Nemekî bersiva rexneyên li ser derziya Rûsî ya Koronayê kir û diyar kir: “Tevî rexneyên gelek kesan û tevî axaftinên pisporan derbarê derziya Rûsî, lê me biryara xwe dabû em wê derziyê ji kompaniya Sputînk V ya Rûsî bikirin û biryara me tê bicîkirin. Siyaseta me ew e, ku divê ji çend welatên ku cihê baweriyê ne em derziyê werbigirin.”
Destpêkê Îranê ragihandibû ew dê derziya Koronayê ji kompaniyên Pfizer û kompaniyên din bikire, lê pişt re Elî Xamineyî ragihand, baweriya wan bi kompaniyên Amerîkî û Brîtanî nayê û hawirdekirina derziyê ji wan welatan qedexe kir.
Ev jî bû sedem ku Hikûmeta Îranî derziyê ji Rûsya, Çîn û Hindistanê bikire.
Kirîna derziya Rûsî gelek karvedan li pey xwe anîn.
Serokê Komîsyona Tendirustiyê li parlamentoya Îranê û hejmarek ji pispor û pizîşkan û endameka Navenda Bilind a Rûbirûbûna Koronayê ragihandin, ji ber ku tendirustiya cîhanê derziya Rûsî pesend nekiriye ew ne amade ne wê bikar bînin, lê Hikûmet û Wezareta Tendirustiya Îranê rijd e li ser bikaranîna wê derziyê.
Wezîrê Tendirustiya Îranê Seîd Nemekî, rijd e li ser bikaranîna derziya Rûsî û dibêje: “Ev çi bîrokeyeke xirab e ku pisporên me tûşî wê bûne, dibêjin derziya Rûsî bikar neyînin. Em dê vê derziyê bikirin û berî her kesî wê ew û malbatêb xwe bi kar bînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin