20 kesên derziya rûsî li wan xistibûn bi koronayê ketin

01 December 2020 20:21 0 dîtin
20 kesên derziya rûsî li wan xistibûn bi koronayê ketin

PeyamaKurd – Ajansa nûçeyan a Rûsyayê TASSê ragihandiye ku 20 kesên derziya SputnikV a Covid-19 ku ji aliyê Rûsyayê ve hatiye bipêşxistin li wan xistine, bi koronayê ketine.Beriya niha hatibû ragihandin ku derziya Sputnik V ji sedî 92 bi bandor e li dijî koronayê.

Serokê Enstîtuya Biloteknolojî ya Zanîngeha Sechenov Vadim Tarasov, daye xuyakirin ku 20 kesên derziya Sputnik V ya Covid-19 li wan hatiye xistin bi koronayê ketine, lê ji ber dema wan a xweragiriya li hemberî koronayê çênebûye nabe ku ew haletên pêketina korona bi derziya wan ve bên girêdan.

Tarasov herwiha gotiye, ew kesên piştî derziyê bi koronayê ketine enfeksiyonê sivik derbas dikin û ew çaverê nakin bandoreke neyînî ya derziyê li ser wan çêbibe.

Hêjayî gotinê ye, Rûsyayê 11ê Tebaxê beriya hemû xebatên cîhanê yên pêşxistina derziya koronayê derziya Sputnik V ya Covid-19 tescîl kiribû û 7ê Îlonê jî yekem car li Moskowê dest bi bikaranîna ceribandinê kiribû.