Kesên li Entabê yên li doktor xistibûn 3 kes ji wan kirin zîndanê

26 August 2023 01:17 0 dîtin
Kesên li Entabê yên li doktor xistibûn 3 kes ji wan kirin zîndanê

PeyamaKurd – Li Entabê (Gaziantep) li nexweşxanekî taybet doktorê ku di beşa lezgîn de dixebitî, xwediyên nexweşekî êrîşê wî kiribûn û bi hesin li serê wî xistibûn. Li ser lêdanê doktor giran birîndar bûbû. Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca pêşdeçûnên li ser bûyerê di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand.

Koca di ragihandina xwe de got ku li ser êrîşa ser doktorê nexweşxaneyeka taybet ya Entabê de 3 kes ketine zîndanê û weha dewam kir:

“Di 19ê tebaxê de li bajarê Entabê di serwîsa lezgîn de bi sedema bûyera şiddetê kesên ku di zîndanê de bimînin jimara wan derket sê kesan. 3 kesên din jî weka gumanbar tevlî darizandina bûyera şiddetê bûn. Em bawerin wê edalet ji bo xebatkarên me bibe wesîla baweriyê.”

Bi sedema agirê zarokekî bilind dibe, wî dibin nexweşxana taybet ya li Entabê û xwestibûn ku ji zarokê re rêya damarê vekin. Bi sedema ku damar dereng vekiribûn mirovên zarokê heqaretê li doktor Esadullah Beğoğlu kiribûn û wî giran birîndar kiribûn. Ji bilî doktor, rêvebirê nexweşxanê yê şevê Ahmet Sefa Sağlık û wezîfedarê nexweşxanê yê ewlehiyê Gökhan Hacı Yunus jî birîndar kiribûn.