Li Entabê êrîsê doktor kirin û besa xizmeta lezgîn ya nexwesxanê bo demkî girtin

30 July 2023 01:47 0 dîtin
Li Entabê êrîsê doktor kirin û besa xizmeta lezgîn ya nexwesxanê bo demkî girtin

PeyamaKurd – Li bajarê Entabê 3 kesên ku mirovekî xwe ji bo tedawiyê birin nexweşxanê, li doktorê ku mudaxleyê nexweş kir xistin. Piştî bûyerê rapora ku doktor nikare kar bike danê û beş ji bo demekî hat girtin.

Bûyer li nexweşxana 25 Aralıkê ya li navça Şehîdkamil çêbû. Her sê kesên bi nexweş re çûne nexweşxanê bi sedemekî nahatiye zanîn munaqeşe kirine û êrîşê Dr. Mustafa Karabaş kirine.

Doktor derman kirin û her sê êrîşker ji terefê polîsan de hatin girtin. Doktor ragihandiye ku kesekî ji wan çêrî doktor kiriye û doktor hêj lê nefetiliye li doktor dane. Li ser bûyerê parêzgerê Entabê Kemal Çeber di ser hesabê medya civakî de weha got:

“Êrîşa li nexweşxana 25 Aralıkê ya ser doktorê me Mustafa Karabaş me xemgîn kiriye. Kesên êrîş kirine di derbarê wan de lêpirsîna edlî destpêkiriye û parêzgeriya me dozê dişopîne.”