Trump: Derziya koronayê heta dawiya salê amade dibe...
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Fox News a Amerîkî re dîyar kir ku bi texmîna wî wê li Amerîkayê bi qasî 75, 80, 100 hezar kes ji ber vîrusa korona bimirin.
Li gorî amarên dawî heta niha li Amerîkayê 1,188,826 kes tûşî vîrusa koronaya nû Covid-19 bûne û nêzî 69 hezar kesan jî ji ber vîrusê can dane. Herwiha li seranserê dinyayê jî hejmara pêketiyên koronayê gihîştiye 3 milyon û 583 hezar kesan û 248 hezar û 567 kes jî mirine.
Serokê Amerîkayê da xuyakirin ku ew bi walîyên eyaletan re danûstandinan dikin û ewê ji vîrusa korona bi temamî rizgar bibin û gel vegerînin ser karên wan.Trump çend roj berê jî gotibû, wê bi tevahî li dor 60-70 hezar kesan ji ber nexweşiya Covid-19 bimirin.
Trump li ser çêkirina derziya nehiştina vîrusa korona jî got, ew bawer dikin ku ewê wê heta dawîya vê salê amade bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin