Trump ji bo 100 milyon doz derziya koronayê rêkeftina 1,5 milyar dolarî îmze kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump rêkeftina kirîna 100 milyon doz derziya koronayê bi kompaniya dermanan a Amerîkî Moderna re îmze kir.
Serokê Amerîkayê Trump, îmzekirina rêkeftina 100 milyon doz derziya koronayê bi Modernayê re ragihand û got ku bihayê wê jî 1,5 mlilyar dolar e.
Donald Trump li ser rêkeftinê kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: “Me rêkeftin kiriye ji bo kirîna 100 milyon doz derziya Koronayê. Dema derzî tê berhemanîn dibe milkê hikûmeta federalî ya Amerîkayê û îdareya me jî dikire.”
Kompanyaya Moderna ya Amerîkî jî ragihandiye ku ceribandinên dawî yên derziyê ji roja 27ê Tîrmehê ve ber bi encamê ve çûne û çav li rê ye heta dawiya îsal an hefteyên destpêka 2021ê bi sedan milyon doz derzî were hilberandin.
Trump, piştî ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku wan derziya koronayê pêş xistiye û li ser keça xwe bikar aniye ev rêkeftin îmze kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin