4 welatên Ewropî ji bo 400 milyon dozaj derziya koronayê li hev kir

14 June 2020 14:23 0 dîtin
4 welatên Ewropî ji bo 400 milyon dozaj derziya koronayê li hev kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 4 welatên Ewropayê Almanya, Îtalya, Fransa û Holandayê ji bo derziya bo vîrusa koronayê tê pêşxistin li hev kir.

Hat diyarkirin ku her çar welatên ewropî ji bo derziya Covid-19 ya ku kompaniya Astra Zeneca, hilberîna wê dike û bingeha wê Brîtanya ye hêza xwe kirine yek daku di dawiya sala 2020an de ew derzî ji bo tevahiya hemwelatiyên Ewropayê were hilberandin û belavkirin.

Li gorî rêkeftinê ji bo derziya koronayê ku li laboratûarên Zanîngeha Oxford a Brîtanî tê pêşxistin û testên wê ber bi dawiyê ve diçin ji bo 400 milyon heb derziyan her çar welatên Ewropayê li hev kiriye û destpê jî ew derzî bo hemwelatiyan nayê firotin.

Wezîrê Tenduristiya Îtalyayê derbarê wê derziyê de ragihandiye ku ew çaverê dikin dawiya payîza îsal xebatên derziya koronayê bên temamkirin û dest bi bikaranîna li ser hemwelatiyan bê kirin.