Îran, li ser nukleerê dê bi 3 welatên ewropî re bicive
PeyamaKurd – Alîkarê Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê Kazim Garîbabadî got ku piştî Plana Berfireh a Çalakiyên Hevbeş (JCPOA) ku di sala 2015an de di navbera Îran û 5 endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û Almanyayê de hatibû îmzekirin, lê bi vekişîna yekalî ya Amerîkayê ya di gulana 2018an de, dê dîsa bi welatê ewropî re danûstandin bêne kirin.
Garîbabadî di bernameyekê de ku li Tehranê hat lidarxistin têkildarî hevdîtinên nukleerî daxuyanî da.
Alîkarê Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê, Garîbabadî got, “13ê çileyê ji bo gera nû ya hevdîtinên Îran û 3 welatên Ewropayê (Almanya, Îngilîstan, Fransa) hat destnîşankirin. Em êdî li pêşbîniyan negerin, weke ku me berê jî gotibû, ev ne mizakere, lê hevdîtin in.”
Gerîbabadî tekezî li ser wê yekê kir ku civîna navborî ne mizakere ye û got, ew civîn dê bi mebesta zelalkirina mijarên derbarê çarçove û rêbaza danûstandinan de bê lidarxistin û ji bo şêwirkirina zêdetir be.
Peymana nukleerî ya bi navê Plana Berfireh a Çalakiyê ya Hevbeş (JCPOA) di 14ê tîrmeha 2015an de di navbera Îran û endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), Amerîka, Rûsya, Çîn, Îngilîstan, Fransa û Fransayê de hatiye îmzekirin.
Lê Donald Trump ku di sala 2017an de ji bo cara yekem bû serokkomar, ragihand ku welatê wî di gulana 2018an de bi awayekî yekalî ji rêkeftinê vekişiyaye, piştî ku nêzîkî 2 salan danûstandinên nerasterast encam nedane.
Hewldanên ji bo jinûve destpêkirina mizakereyên nukleerî encam negirtin û Îranê ûranyuma xwe %60 dewlemend kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin