Hikûmeta Iraqê ji bo derziya Koronayê 100 milyon dolaran dabîn dike

27 January 2021 14:57 0 dîtin
Hikûmeta Iraqê ji bo derziya Koronayê 100 milyon dolaran dabîn dike

PeyamaKurd – Hikûmeta Iraqê ji bo kirîna derziya Koronayê (Covid-19) 100 milyon dolaran dabîn dike. Herwiha Parlamenterekî Iraqê jî diyar kir, meha bê milyonek û 600 hezar derziyên Pfizer dê bigihin Iraqê.

Encûmena Wezîran a Iraqê do bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re civiya û qala rewşa ewlehî, aborî û tendurustiyê kirin û çend biryar dan. Yek ji wan biryaran, dabînkirina 100 milyon dolaran e ji bo kirîna derziya Koronayê.

Endamê Lijneya Tendirustî û Jîngehê ya Parlamentoya Iraqê Hesen Xelatî beriya niha dabû zanîn; di dawiya meha bê de, milyonek û 600 hezar derziyên Pfizer dê bigihin Iraqê.

Herwiha li gor raporta Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, heta niha 615 hezar û 380 kes li Iraqê bi Koronayê ketine, ji wan 13 hezar û 10 kesan jî can dane.