Çîn: Me demanê vîrusa koronayê peyde kir, jiyan heta dawiya Sibatê asayî dibe

24 February 2020 20:03 0 dîtin
Çîn: Me demanê vîrusa koronayê peyde kir, jiyan heta dawiya Sibatê asayî dibe

PeyamaKurd - Balyozê Çînê yê Rûsyayê Zhang Hanhui ragihand ku derziya nexweşên vîrusa koronayê hatiye peydekirin û ji bo derkeve bazarê jî li benda çend testên dawî ne.

Balyozê Çînê ji medya Rûsî re wiha gotiye: 

“Zanyarên me yên Çînê bandora dermanê nû peyitandine û pişkinînên wê bi awayekî serkeftî didomin. Armanc ew e ku di demeke herî nêzîk de derman bê belav kirin. Heta dawiya meha Sibatê dê li hemû bajarên Çînê jiyan asayî bibe. Tê plankirin ku heta dawiya Adarê jî li bajarê ku vîrus peyde bûye (Vuhan) jiyan asayî bibe. Em bi Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (QHO) re kar dikin û di tîma me de 2 zanyarên Rûsî jî hene. Em ji bo piştgiriya wan spasiyê li gel û rêveberiya Rûsyayê dikin.”

Ev daxuyaniya ji Çînê wekî nûçeya lezgîn li seranser cîhanê belav bû ku wekî hêvîyeke ji dermankirina nexweşên vîrusa korona bi wan ketiye hat pêşwazîkirin.