Vîrologê Fransî yê mûcîdê vîrusa HIVê û Xelatgirê Nobelê jiyana xwe ji dest da

11 February 2022 15:31 0 dîtin
Vîrologê Fransî yê mûcîdê vîrusa HIVê û Xelatgirê Nobelê jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd – Vîrologê Fransî Luc Montagnier ku mûcîdê vîrusa HIV a dibe sedema nexweşiya AIDSê ye jiyana xwe ji dest da.

Vîrlog Luc Montagnier ji ber keşfkirina vîrusa HIVê ango sedema nexweşiya AIDSê sala 2008an Nobela Tipê wergirtibû.

Hat ragihandin ku Montagnier di 89 saliya xwe de koça dawî kiriye û derbarê sedema mirina wî de hurgilî nehatin belav kirin.