Zanistê Fransî: Zarok vîrusa korona belav nakin

22 April 2020 21:01 0 dîtin
Zanistê Fransî: Zarok vîrusa korona belav nakin

PeyamaKurd - Li gorî lêkolîna Wezareta Tenduristiyê ya Fransayê, zarokekî 9 salî ji Fransayê ku bi vîrûsa koronayê ketibû, li ti kesî din belav nekiriye.

Zanstekî Fransî di encama lêkolîna xwe de diyar kiriye, dema zarok bi şewbê dikevin kesên derdora xwe jî bê dixin, lê dema bi vîrûsa korona dikevin vîrûsê belav nakin, ev yek jî dide xuyakirin ku tûşbûna bi vîrûsa korona ji nexweşiyên din cuda ye.

Li gorî lêkolîna doktorên Fransî zarokên ku bi vîrûsê ketine, tevî têkiliyên wan bi mirovên din re hebin jî vîrûsê belav nakin.

Ev zarok 9 salî ku ji Fransayê ye û bi vîrûsê ketiye têkiliya wî bi zêdeyî 170 kesî re çêbûye, lê dema test ji wan kesan re çêkirin derkekiye holê ku kes bi vîrûsê neketiye.

Zarokê bi vîrûsê beriya niha bi şewbê ketibû û xwişk û birayê xwe jî bê xistibû, lê niha dema bi vîrûsa koronayê ketiye ti kes pê nexistiye.