HRW daxwaza vegerandina zarok û jinên Fransî yên li kampên li Rojavayê Kurdistanê dike
PeyamaKurd – Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Right Watch) daxwaza vegerandina zarok û jinên Fransî yên li kampên li Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê girtî ne li rayedarên Fransayê kir.
Li gor rapora rêxistina HRW roja Çarşemê belav kir, dora 160 zarok û 75 jinên Fransî hîn li herêmê di nav şert û mercên xerap de girtî ne.
HRWê diyar kir, Fransa ji ber sedema nîgeraniya ewlehiyê, heta serê meha Tîrmeha 2022an , tenê 35 zarok di nav sê salan de vegerandine.
Di berdewamiyê de eşkere kir, Fransa red kir jineke nexweş ligel keça wê ya 6 salî vegerîne ku ew jin di meha Berçileya 2021an can da û piştî 7 mehan jî, ew keçika sêwî vegerand.
Herwiha Human Rights Watch bang li hikûmeta Fransî kir, nîşan bide ku rêbaza xwe guhertiye û hemû zarokan, dayikên wan û hewiha mêran vegerîne ku ew dikare mezinan li wir bide dadgehan.
HRWê eşkere kir, hiştina van girtiyan wê nebe alîkar ku dawî li rêxistinê were û tenê wê êşa kesên kampan dimînin ku piraniya wan zarok in, zêde bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin