Fînlandê vegerandina zarok û jinên DAISê red kir
PeyamaKurd - Hikûmeta Fînlandayê piştî ku vegera terorîstên DAIŞê ji kampên Rojavayê Kurdistanê bo welatê xwe red kir, niha jî zarok û jinên wan qebûl nake bistîne.
Hikûmeta Fînlandê bi hinceta ku dê ew kes li ser ewlekariya wan bibin gefek naxwaze wan hemwelatiyên xwe yên DAIŞî werbigire.
Li demeke ku gelek aliyên navdewletî di nava hewldanên çareseriya vê pirsgirêkê de ne, ji Fînlandayê ev daxuyanî hat.
Li kampa Holê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî, tê gotin, bi qasî 11 jin û 33 zarokên Fînlandî yên DAIŞî hene.
Serokwezîrê Hikûmeta koalîsyonê Anttî Rînne û Wezîra Edaletê Anna-Maja Henrîksson bersiv da pirsên partiyên muxalefetê û got, pirsgirêk gelekî tevlîhev e û hikumet hewl dide li gorî nirxên exlaqî çareseriyekê peyda bike, lê ji aliyê ewlekariyê ve jî mijarê dinirxîne û diyar kir, niyeteke wan tine ye ku ji bo vegerandina wan alîkariya konsolosiyê bidin wan.
Wezîra Edaletê Anna-Maja Henrîksson jî diyar kir eger ew kes bi derfetên xwe werin, ew ê dest bi lêpirsînê bikin.
Her wiha serokê Koma Parlamentê ya Fînên Rasteqîn, Vîlle Taîvo ku partiyeke populîst û dijberê biyaniyan e, destnîşan kir ku hevserên terorîstên DAÎŞê li dijî ewlekariya Fînlandiyayê gefek e.
Li aliyê din Profesora Zanîngeha Åbo Johanna Nîemî li Komîteya Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî giliyê hikumeta Fînlandiyayê kir û got, tevî zarokan divê jin jî bên Fînlandiyayê, eger jin nexwazin bên jî wê çaxê divê zarokên wan werin.
Li Kampa Holê bi qasî 11 hezar û 500 jin û zarokên DAIŞê yên ji welatên cuda hene ku bûne xeteriyeke mezin li ser ewlekariya herêmê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin