Li Fransayê daxwaza vegerandina zarokên çekdarên DAISê tê kirin
PeyamaKurd – Çend parêzer, mafnas û parlamenter li Fransayê daxwaz ji hikûmeta welatê xwe dikin, divê bi çi awayî be, zarokên çekdarên DAIŞê ên bi regez Fransî ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerîne Fransayê.
Li gor endamê CNCDH Simon Foreman diyar dike: “Hemû bi fikra xwe dizanin, hiştina zarokên Fransî ku hejmara wan 200 zarok in di nav kampan de bi rastî hetîketî ye, ev zarok rûbirûyî metirsiya mirinê dibin. Li wir zarok rojane di kampan de dimirin. Di warê mirovî de vegerandina van zarokan pêwîst e. Di warê ewlekariyê de, ev zarokên cîhadiyan e, lê ji bo sedemeke ewlatir divê ji navenda tundrewiyê bên derxistin û tevlî civaka Fransî bibin, êdî bi nerîneke ewlehî vegerandina wan pêwîst e.”
Parêzerekî Fransî hişyarî da û got, çarenivîsa van jin û zarokên DAIŞê yên Fransî pirisgirêkeke yasayî bo wan çêdike, bi gotina wî parêzerî zehmete berî hilbjartinên serokatiya Fransayê tu biryar ji bo wan bê stendin.
Simon Foreman herwiha eşkere kir: “Raya Fransî qet nabe asteng li pêş vegerandina van zarokan, dibe ku ev zivistana sêyem be bo hinekan û ya çarem be bo hinekên din ku di çadiran de li jêr pileya sifrê diqedînin, herwiha di havînê de jî seqa zêde germ e, rewşa wan zêde xerab e. Zêde pêwîst e hikûmet wan vegerîne.”
Li kampên Rojavayê Kurdistanê di rewşeke aborî-tendirustî zêde xerab de 200 zarok û 80 jinên çekdarên DAIŞê yên Fransî dimînin. Ji Adara 2019an ve û heta Cotmeha 2021ê, Fransayê 35 zarokên çekdarên DAIŞê yên Fransî sêwî vegrandine. Li kampa Holê ya rojhilatê Hesekê 62 hezar kes hene, 22 hezar Sûrî, 30 hezar Iraqî û nêzîka 9 hezar biyanî ne, piraniya wan jî kesûkarên DAIŞê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin