DMMEyê ji ber redkirina vegerandina 2 DAISîyên li Rojava ceza da Fransayê

14 September 2022 17:54 0 dîtin
DMMEyê ji ber redkirina vegerandina 2 DAISîyên li Rojava ceza da Fransayê

PeyamaKurd – Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji ber redkirina wergirtina du DAIŞîyên welatiyên fransî yên li kampên Rojavayê Kurdistanê, biryareke li dijî Fransayê stand.

DMMEyê bi sedema ku Fransayê nehiştiye herdu welatiyên wê yên tevlî DAIŞê bûne vegerinînin welatê wan û bi hinceta ku misogerî bo wan nehatiye dayîn, cezayê pere li ser Fransayê sepand.

Herwiha DMMEyê daxwaz ji dadgehên Fransî kir ku biryara xwe ji nû ve binirxînin.

Hêjayî gotinê ye, du malbatên Fransî, ji bo du keçên xwe yên beşdarî DAIŞê bûbûn û niha li Kampên Rojavayê Kurdistanê dimînin, serlêdana vegerandina wan li meqamên hikûmeta Fransayê kiribûn, lê ew daxwaza wan hatibû redkirin û serî li Dadgeha Mafên mirovan dabûn.