Zelenskiy, plana vegerandina zarokên Ukraynayî ragihand

31 May 2023 14:30 0 dîtin
Zelenskiy, plana vegerandina zarokên Ukraynayî ragihand

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, di çarçoveya vekirina Navenda Parastina Mafên Zarokan de plana 'Vegerandina Zarokên Ukraynayê' eşkere kir. 

Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya Serokatiya Ukraynayê hat dayîn de plansaziya Zelenskiy bi vî awayî hat parvekirin:

"Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky beşdarî vekirina Navenda Parastina Mafên Zarokan a ku ji bo berterefkirina tawanên Rusyayê yên li dijî zarokên Ukraynayê tê plankirin bû. Ev navend navendeke nav dezgehan e ji bo zarokên ku bûne qurbanî yan jî şahidê tawanan ku pisporên pêwendîdar dikarin ji zarok û malbatên wan agahiyan werbigirin, muayeneyên pizîşjî, tevî mebestên edlî bikin û alîkariyên pêwîst ên dermankirinê pêşkêş bikin. Rêveberiya Ukraynayê gelek caran diyar kir ku Rusyayê zarokên Ukraynayî revandine.

Serokê Dewletê Zelenskiy li ser plansaziyê got, "Em dixwazin zarokên ku hîn zarok in di demeke herî kurt de vegerin Ukraynayê. Ev tiştê herî girîng e. Min di dema vekirina Navenda Parastina Zarokan de plana çalakiyê ya 'Vegerandina Zarokên Ukraynayê' de dît ku dê li dijî tawanên Rusyayê yên li dijî zarokên Ukraynayê bisekinin. Hikûmeta Ukraynayê, hikûmetên biyanî û rêxistinên navneteweyî hêzên xwe digihînin hev da ku hemû hemwelatiyên ciwan ên Ukraynayê vegerînin welatê xwe. 

Pêngava pêşîn hat havêtin û 371 zarokên Ukraynayî vegeriyan malên xwe. Em dixwazin wan hemûyan vegerînin û dibe ku wateya wê bi navê plana çalakiyê ev e. Ez ji dil dixwazim ku hemî zarokan vegerînim Ukraynayê û ez bi tevahî piştgiriya vê bernameyê dikim.”