Zelenskiy plana 4 qonaxên bidawîkirina ser eskere kir
PeyamaKurd - Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy ragihand ku Ukrayna wê di meha Îlonê de “plana xwe ya serkeftinê” pêşkêşî rêveberiya Washingtonê bike û herwiha qonaxên plana bidawîkirina şer eşkere kirin.
Serokê Ukraynayê got ku ew dê plana bo serkeftina dijî Rûsyayê bi namzedên serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Kamala Harris û Donald Trump re parve bikin.
Zelenskiy diyar kir ku serkeftina planê bi piştgiriya namzedên seroktiya Amerîkayê ve girêdayî ye û wiha pê de çû: “Yek ji qadên ku hin xebat lê tên kirin, herêma Kurskê ye. Ya duyemîn jî di binesaziya ewlekariya cîhanê de cihê stratejîk ê Ûkraynayê ye. Ya sêyemîn jî pakêteke xurt e ku wê Rûsya neçar bike ku bi rêyên dîplomatîk şer bi dawî bike.
Ya çaremîn jî aborî ye”
Herwiha Zelenskiy di plana serkeftinê de bal kişand ser girîngiya operasyona dersînor a li herêma Kurskê ya Rûsyayê û got, êrîşa ji nişka ve ku 6ê Tebaxê dest pê kir bû sedema vekişîna leşkerên Rûsyayê ji rojhilatê Ukraynayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin