Ji WHOyê daxuyaniya vîrusa kolera, korona û monkeypox...

12 October 2022 21:21 0 dîtin
Ji WHOyê daxuyaniya vîrusa kolera, korona û monkeypox...

PeyamaKurd – Berpirsê Giştî yê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus, li navenda WHOyê ya Cenevê li ser rewşa dawî ya vîrusa kolera, Covid-19 û Monkeypoxê daxuyanî dan.

Ghebreyesus, bal kişand ser vîrusa kolerayê herî zêde li welatên Afrîkayê belav bûye û ji bo welatê Haiti jî got ku piraniya haletan zarokên bin temenê 5 saliyê de ne û rewş metirsîdar e.

Ghebreyesus, diyar kir ku ji ber nebûna sotemeniyê xebatên kargehên tenduristiyê nikarin bixebitin û ev jî di têkoşîna dijî vîrusê de bandoreke neyînî dike.

Berpirsê WHOyê da zanîn ku nexweşiya vîrusa Monkeypoxê jî li parzemîna Amerîkayê zêde bûye û heta niha zêditirî 70 hezar pêketî û 26 mirin hatine tomarkirin.

Herwiha Ghebreyesus, bal kişand ser vîrusa Covid-19 û ragihand, ew niha ji berî 33 mehan ku vîrusê dest bi belavbûnê kiribû di rewşeke baştir de ne, lê hîn jî vîrus bidawî nebûye gelek karê bê kirin heye.