Ji Rojava daxuyaniya vîrusa korona: 4 kesên din pê ketin

23 July 2020 18:22 0 dîtin
Ji Rojava daxuyaniya vîrusa korona: 4 kesên din pê ketin

PeyamaKurd - Şaneya Kirîzê ya Rêveberiya Xweser pêketina 4 kesan bi vîrusa Koronayê li herêma Cizîrê ragihand.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa îro di civîneke rojnamevanî de li bajarê Qamişlo ragihand, 4 kes wek hilgirên vîrusa koronayê hatin tomarkirin.

Mistefa got, 3 halet li bajarê Qamişlo ne û haletek jî li bajarê Hesekê ye.

Ciwan Mistefa diyar kir, Şaneya Kirîzê dê tevahiya tedbîran bigire, da ku rê li pêşiya belavbûna zêdetir a vîrusa koronayê li herêmê bigire.

Hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi vîrusa Koronayê ketine li gorî amarên Rêveberiya Xweser bûne 6 kes ku berê jî 2 haletên pêketina bi vîrusa Koronayê li bajarê Hesekê hatibûn tomarkirin û herdu halet jî baş bûne.