WHOyê hisyarî da Ewropayê: Pêla sêyem a vîrusa korona di rê de ye
PeyamaKurd – Berpirsê taybet ê pandemiyê di Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) de David Nabarro, ragihand ku heger tedbîrên pêwîst neyên standin dibe ku Ewropa serê sala 2021ê rûbirûyî pêla sêyem a belavbûna koronayê bibe.
Nabarro di rûbirûbûna vîrusa koronayê de rexne li welatên ewropî girtin û wekî mînak têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya welatên Asyayê bi taybet jî Koreya Başûr nîşan da û spasiya wan welatan kir.
Naborro lezandina welatên Ewropî bo asayîbûnê jî rexne kir û got, “Nabe hûn li benda kêmbûna pêketinan û daketina wan bisekinin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin