Yekîtiya Ewropayê li ser aloziya Kosova-Sirbistanê hisyarî da
PeyamaKurd – Berpirsê Pêwendiyên Derve û Polîtîkayên Bilind ê Ewlekariya Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell, derbarê aloziya navbera Kosova û Sirbistanê de daxuyanî da.
Borell, bûyerên tundiyê yên li bakurê Kosovayê şermezar kir û got, “Dikaribû pêşiya tundiyê bê girtin û divê rojên pêş jî pêşiya wê bê girtin.”
Josep Borrell bang li herdu aliyên Kosova û Sirbistanê kir ku aloziyê kêm bikin û dûrî gotin û çalakiyên neçaverêkirî bisekinin.
Herwiha Borell, hêvî kir ku rêveberiya Kosovayê operasyonên ser şaredariyên bakurê welat rawestîne û diyar kir ku ew ji ber ku artêşa Sirbistanê ketiye amadebaşiyê nîgeran in.
Hêjayî bibîrxistinê ye, di meha Gulanê de piştî ku di hilbijartinan de şaredariyên bakurê Kosovayê ketin destê şaredarên Sirb Kosovayê dest bi operasyonan li ser şaredariyan kiribû û aloziya navbera Sirbistan û Kosovayê gihîştibû asta şer û pevçûnan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin