WHOyê hisyarî ji bo belavbûna pêleke nû ya Koronayê li Ewropayê da

20 July 2022 09:30 0 dîtin
WHOyê hisyarî ji bo belavbûna pêleke nû ya Koronayê li Ewropayê da

PeyamaKurd – Ofîsa Ewropayê ya Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) hişyarî ji ber destpêkirina pêleke nû ya Koronayê (Covid-19) li Ewropayê da.

Li gor WHOyê diyar kir, divê welatên Ewropayê di dema hatina vê pêla Koronayê de çareseriya kêmasiyan bikin, da ku rêjeya mirin û pêketiyan kêmtir bibe.

Rêveberê Herêmî yê WHO Hans Kluge da zanîn, niha weke havîna par, pêleke nû ya Covid-19, tevî Omicron li Ewropayê belav bûye, eger wisa bidome, çaverêya payîz û zivistaneke dijwar tê kirin.

Hans Kluge destnîşan kir, hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê di nava 6 hefteyên borî de li Ewropayê 3 qat zêde bûye.

Herwiha li gor çavkaniyên tendirustiyê, di nava 7 rojên borî de 2 milyon û 585 hezar û 734 kes li Ewropayê bi Koronayê ketine.