WHOyê hisyarî da: Coronavîrus hê jî heftane 1700 kesan dikuje
PeyamaKurd - Coronavîrusa ku çar sal berê li serê cîhanê bûbû belayeke mezin hîn jî li çar aliyê cîhanê hefteyekê 1,700 mirovan dikuje.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) bang li hikûmetên welatên ku di bin xeteriya Coronavîrusê de ne kir ku aşiyên li dijî Coronavîrusê bidomînin.
Rêvebirê Giştî yê WHOyê Tedros Adhanom Ghebreyesus hişyariyek li ser kêmbûna aşiyên Coronavîrusê da.
Serokê ajansa tenduristiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da zanîn ku ji ber Coronavîrusê heftane 1700 kes dimirin û got: "Dane nîşan didin ku rawestandina aşiyên Coronavîrusê, di nav xebatkarên tenduristiyê û mirovên ji 60 salî mezintir ku du ji komên herî xeternak in de kêm bûye."
Tedros Adhanom Ghebreyesus herwiha got: “Hê jî Coronavîrus kujer e û rêjeya mirinê ya cîhanê ji ber wê bilind e. Piraniya kesên ku bi Coronavîrusê dikevin temenê wan bii ser 60 saliyê de ye.”
Rêveberê Giştî yê WHOyê aşkere kir ku hê jî, li gelemperiya cîhanê, heftane 1700 kes dimirin.”
Ghebreyesus, bang li hemû hukûmetên cîhanê kir ku çavdêriya Coronavîrusê bidomînin û gihîştina ceribandinên erzan û pêbawer, dermankirin û derziyan misoger bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin