Tehranê ji bo guvas û têxistina lîstên terorê ya Pasdaran hisyarî da Ewropayê
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya rejîma Îranê, ji bo Artêşa Şoreşê (Pasdaran) ya rejîmê nexin lîstên xwe yên terorê û guvaşên li ser Tehranê girantir û berfirehtir nekin, hişyarî da welatên Ewropayê.
Berdevkê Wezareta Derve ya rejîma Îranê Nasir Kenanî bi daxuyaniyekê hişyarî da welatên Ewropayê ku Pasdaran nexin lîstên xwe yên terorê û guvaşên li dijî Tehranê rakin.
Nasir Kenanî her wiha, li dijî "Yekpolariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA" biryardariya rejîmê ya ji bo pêşdebirin û xurtkirina pêwendiyên bi Rûsiyayê re destnîşan kir.
Berdevkê Wezaretê Kenanî got ku nîqaşên di civîna YEyê de hatin kirin "bêbingeh û bêberpirsiyarî" bûn.
Parlemana Ewropayê (PE) Pêncşema çûyî, pêşnûmayeke ku tê de daxwaza berfirehkirin û girankirina guvaşên li dijî rejîma Îranê û di lîstên terorê de tomarkirina Pasdaran pejirand.
PEyê sedemê berfirehkirin û girankirina guvaşên li dijî rejîma Îranê û di lîstên terorê de tomarkirina Pasdaran, wek alîkarîdayîna rejîma Îranê ya ji Rûsyaya ku hewl dide Ûkraynayê dagir bike û komên çekdar ên li gellek deverên Rojhelata Navîn a frokeyên bêmirov û mûşekan nîşan dide.
İran Dışişleri Bakanlığı Sözcüsü Nasırr Kenani, Avrupa toplantısı sırasında gündeme gelen tartışmaların "temelsiz ve sorumsuz" olduğunu söyledi.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin