18 senatoran bang li Biden kirin: Guvasên li ser Tehranê dijwartir bike
PeyamaKurd - Ji baskê komarparêz û baskê demokrat 18 senatorên Amerîkî, ji Serok Joe Biden xwestin ku guvaşên li ser rejîma Îranê tûndtir bike. Senatoran dane zanîn ku kirîna neftê ya Çînê ji rejîma Îranê, bûye sedemê liserlinganmayîna rejima Îranê û xwestin ku ev danûstana Çîn û Îranê bê rawestandin.
18 senatorên ku 5 ji wan komarparêz û 13 jî demokrat in, bi nameyeke ku ji Biden re şandin de destnîşan kirin ku piştî "êrîşa terorîstî ya Hemasê ya 7ê Cotmeha sala çûyî, êrîşên ji aliyê alîgirên rejîma Îranê ve li dijî hêzên Amerîkî yên li Rojhilata Navîn pir zêde bûne û gotin: "Em ji we daxwaz dikin ku ji bo astengkirina frotina neftê ku rejîma Îranê dahata wê ji bo fînansekirina terorê dabîn dike, reveberiya we zêdetir bixebite. Frotina neftê, ji bo domandin û berfirehkirina sponsoriya Îranê ya ji komên terorîst ku armanca wan a sereke têkbirina berjewendiyên Amerîka yên li Rojhilata Navîn û tunekirina hevalbendê me Îsraîl e re, bûye dergeheke jiyanê ya gring."
Senatoran destnîşankirin ku piraniya henardekirina nefta Îranê ji aliyê Çînê ve tê kirin û bi taybetî bang li Biden kirin ku guvaşên li ser keştiyên ku nefta rejîma Îranê vediguhezînin û bender û parzûngehên ku vê petrolê hildiberînin zêde bike.
Senatorên ku nameyê îmze kirine ev in:
Marco Rubio, Maggie Hassan, Jim Risch, Jacky Rosen, Mike Crapo, Bob. Casey, Bill Hagerty, John Fetterman, Shelley Moore Capito, Catherine Cortez Masto, Lisa Murkowski, Marsha Blackburn, Rick Scott, Katie Britt, Deb Fischer, Ted Budd, John Cornyn û Pete Ricketts.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin