Joe Biden, banga qedexekirina çekan kir

08 December 2022 17:07 0 dîtin
Joe Biden, banga qedexekirina çekan kir

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Joe Biden, di merasîma bibîranîna Qurbaniyên Tundûtûjiya Çekan a li Washingtonê bû. Biden, di axaftina xwe de bang li Kongreyê kir ku çekên nîv-otomatîk werin qedexekirin.

Di merasîma ku li Dêra St Mark hat lidarxistin de Senatorê Demokrat Chris Murphy, spasiya Biden kir ku piştgiriya wî ya "Qanûna Civakên Ewletir" a îsal bi erêkirina Kongreyê û Biden hatibû pejirandin û hin sînoran li ser firotina çekan ferz dike.

Biden jî di axaftina xwe de bal kişand ser çekên nîv-otomatîk ên ku ji bo demekê hatibûn qedexekirin û got, "Me berê jî ev yek kiribû, em dikarin dîsa bikin.”

Her wiha hat diyarkirin ku di bîranînê de Seroka Meclisa Nûneran Nancy Pelosi û gelek endamên Kongreyê jî amade bûn.