Financial Times: Tehranê bi ser du bankên Brîtanî guvasên DYA pûç kiriye

06 February 2024 16:01 0 dîtin
Financial Times: Tehranê bi ser du bankên Brîtanî guvasên DYA pûç kiriye

PeyamaKurd - Rojnameya navdar ragihand ku rejîma Îranê ji bo guvaşên DYA yên li ser wê pûç bike, dû bankên Brîtanî bikar aniye.

Rojnameya Financial Times di derbarê vê mijarê de nûçeyek belav kir û da zanîn ku rejîma Îranê ji bo guvaşên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên li ser Tehranê pûç bike, bi ser bankên Brîtanî Lloyds û Santanderê veguhestina pareyan kiriye.

Financial Timesê di nûçeya xwe de daye zanîn wan belgeyên hin hesabên rejîma Îranê yên di her du bankên herî mezin ên girêdayî kompaniya pîşesaziyê ya Petrokîmya ya Tehranê ku guvaşên DYAyê li serê ye.

Rojnameyê her wiha ragihandiye ku xwediyên van hesabên bankê, bi ser navê kompaniyek Brîtanî ku navenda wê li Londonê ye û di rastî de girêdayî kompaniya Petrokîmyayê ya rejîma Îranê ye.

Fînancial Timesê daye zanîn kompaniya Petrokîmya ya Tehranê, ji sala 2018an ve ketiye lîsta DYA ya dezgehên Îranê yên ku guvaş li ser wan hatiye sepandin.