Financial Times: DYA û Îran gotûbêjên nepen dikin
PeyamaKurd - Hate angaştin ku rayedarên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û ji bo Hûsiyan razî bikin ku çalakiyên xwe yên li Deryaya Sor rawestî bi rayedarên rejîma Îranê re hevdîtinên nepen pêk anîne.
Li gorî nûçeya Financial Timesê, gotûbêjên nerasterast ku tê de DYA jî nîgeraniyên xwe yên li ser berfirehkirina bernameya nukleerî ya Îranê anî ziman, di meha Çileyê de li Ummanê pêk hatine.
Ger ev angaşt rast bin, dibe ku di 10 mehên dawî de ev danûstandinên yekem ên navbera DYA û rejîma Îranê de ne.
Financial Timesê da zanîn ku şanda DYA ya ku danûstandinan pêk aniye bi serokatiya Şêwirmendê Rojhilata Navîn yê Qesra Spî Brett McGurk û ji Nûnerê Taybet ê DYAyê yê Îranê Abram Paley û hin payebilindên din pêk hatiye.
Rojnameyê ragihand ku şanda Îranê jî ji cîgirê Wezîrê Derve Elî Baxrî Kanî û berpirsê danûstandinên nukleerî yên Tehranê pêk hatiye.
Hate diyarkirin ku ji ber danûstandin ne rasterast bûne, rayedarên Ummanî di navbera şandeyên DYA û rejîma Îranê de peyaman ragihandine paxavdaran.
Financial Timesê di nûçeya xwe de vê nirxandinê jî kiriye ku van danûstandinan nîşan didin ku rêveberiya Serokê DYAyê Joe Biden bi riqbereke wek rejîma Îranê re jî rêgehên dîplomatîk çawa bikar tîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin