The Times: Ji ber eskerebûna planê êrîsa Îsraîlê ya ser Îranê bi pas ket
PeyamaKurd – Rojnameya Brîtanî ya girêdayî Qralîyeta Yekgirtî The Times, ragihand ku ji ber eşkerebûna hin belgeyên planê, dema êrîşa bersivdana Îranê ya Îsraîlê bi paş ketiye.
The Timesê bi zarê rayedarekî îsraîlî yê nexwestiye navê xwe bide diyar kiriye ku ji ber hin belge hatin îfşakirin, Îsraîlê pêwîst dîtiye ku hin stratejiyên êrîşê berçav bike.
Hêjayî gotinê ye, ji ber belgeyên amadekariya plana êrîşa Îsraîlê yên îstixbarata Amerîkayê hatibûn dizîn, Buroya Lêpirsîna Federalî (FBI) lêpirsîn dabû destpêkirin ku hîn jî nehatiye zanîn bê ew belge ji aliyê korsanên komputeran ve yan jî hin kesên din ve hatine dîzin.
The Timesê daye zanîn ku her çiqas di belgeyan da navê armancên muhetemel nehatibûn dayîn jî dibe ku Îran têbigihe bê êrîş li ser ku derê têne kirin. Loma jî di planên staretejîk de guhertin hatine kirin û êrîşa bersivdanê bipaş ketiye.
Belgeyê plana êrîşê yên nepen ên îstixbarata Amerîkayê 18ê Cotmehê li ser medya civakî hatibûn belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin