Demîrtas ji Financial Timesê re axivî: Erdogan eskere dibêje ew ê min di girtîgehê de bihêle

06 April 2023 10:59 0 dîtin
Demîrtas ji Financial Timesê re axivî: Erdogan eskere dibêje ew ê min di girtîgehê de bihêle

PeyamaKurd – Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye diyar kir, di hilbijartinên 14ê Gulanê de wê hilbijêrên Kurd bibin faktora diyarker.

Demirtaş ji girtîgehê bersiva pirsên rojnameya Financial Times ku yek ji weşanên darayî yên sereke yên Brîtanyayê ye da û got, "Partiyeke ku piştgiriya dengdêrên Kurd wernegirtiye, ti carî nebûye desthilatdar. Kurd wê di vê hilbijartinê de jî diyarker bin."

Demîrtaş diyar kir, namzetê Serokkomariya 13emîn ê Tifaqa Netewî û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû "ji bo guhertin û demokrasiyê hewldaneke ji dil dide."

Demirtaş got: “Kurd girîngiyê didin namzedekî hevpar ê serokomariyê” û got, dengdêrên Kurd ji kampanyaya serokê CHPê “hêvîdar” in, lê berî biryara dawî bidin ew ê li bendê bin ku pêvajo piçekî pêş bikeve.

Demîrtaş got, “Tirkiye gav bi gav veguheriye rejîmeke otorîter. Eger Erdogan di vê hilbijartinê de bi ser bikeve, wê Tirkiye derbasî dîktatoriyeke nû bibe.”

Serokê berê yê HDPê got, "Erdogan bi parçekirina civakê kariye li ser desthilatdariyê bimîne. Yekitiya mûxalefetê ne tenê ji bo berberîbûnê ji holê rabike, di hilbijartinê de jî bi ser bikeve."

Demîrtaş got, “Min tu carî dev ji siyasetê bernedaye û hewl didim ku di nava têkoşînê de cih bigirim. Erdogan eşkere dibêje, ew ê min di girtîgehê de bihêle. Em ê bibînin ku piştî hilbijartinê dikare vê yekê bêje.”