Financial Timesê civîna NATOyê bi wêneyê Erdogan û Biden derxist mansetê
PeyamaKurd - Financial Timesê, di manşeta xwe de wêneyê Erdogan ê ku di Civîna Bilind a NATOyê de weke xwe li ber Biden ditewîne derketiye, derxist manşetê.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, do li Brukselê tevlî Civîna Bilind a NATOyê bû û cara yekemîn bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re civiya. Rojnameya Îngilîz Financial Timesê, Civîna Bilind a NATOyê bi wêneyê Erdogan ku weke xwe li ber Biden tewandiye derketiye, derxist manşetê.
Wêneyê mijara gotinê; dema ku Biden li ser piya silav dide Erdogan û Erdogan jî radibe ser piya û silava wî lê vedigerîne hatiye kişandin. Ji ber vê yekê destpêkê weke ku Erdogan bejna xwe li ber Biden ditewîne tê fêmkirin.
Şêwirmendê Erdogan Îsmaîl Cesûr, ji ber bikaranîna vî wêneyî bertek nîşanî Financial Timesê da.
<>Tek başına Financial Times’ın onca NATO fotoğrafı içinden bütün gün üzerinden algı yapılmaya çalışılan bu fotoğrafı kullanması bile, Recep Tayyip Erdoğan’ın mücadelesinin ne boyutta ve hangi arenalarda olduğunu gösteriyor.
— Ismail Cesur ?? (@icesur) June 14, 2021
Sonuna kadar arkandayız DÜNYA LİDERİ. pic.twitter.com/eTzKoh78vw

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin