Ji Berdevkê Wezareta Tenduristiyê daxuyaniya cureya nû ya vîrusa koronayê
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Tunduristiya Herêma Kurdistanê Aso Hawezî, derbarê cureya nû ya vîrusa koronayê (mutasyonên nû) de eşkere kir ku wan 3 bijarde pêşkeşî komîsyona rûbirûbûna koronayê kirine.
Aso Hawezî, li ser Facebookê da xuyakirin, "Me li ser cureya nû ya vîrusa koronayê ku li Iraqê hatiye tespîtkirin 3 bijarde pêşkeşî komîsyona tenduristiyê kirin.”
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê bêyî ku behsa wan her sê bijardeyên tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê bike got ku wê rojên pêş li ser wan pêşniyaran biryar bê dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin