Berdevkê Wezareta Tenduristiyê: Rewsa Duhokê pir xeter e!
PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê Dr. Aso Hewêzî ragihand ku rewşa tenduristiyê li parêzgeha Duhokê gelek metirsîdar e û rewşa zêdetirî 100 pêketiyên koronayê nebaş e.
Dr. Aso Hewêzî ji Rûdawê re daye xuyakirin, “Heta niha ti planeke qedexeya seranserî ya hatinûçûnê nîne, tenê li parêzgeha Duhokê dê rêkarên tenduristiyê bêne tundkirin. Ji ber ku tûşbûn û mirinên ji koronayê gelekî zêde bûne.”
Dr. Aso got, li Duhokê kesên rojane bi koronayê dikevin, herî kêm 30 kes ji wan pêwîstiya wan bi oksîjenê heye û diyar kir, tundkirina rêkarên tenduristiyê li Duhokê, li ser pêşniyara Rêveberê Giştî yê Tenduristiya parêzgehê ye. Eger pêwîst be ew dê wan rêkaran li hemû Herêma Kurdistanê bidin destpêkirin.
Berdevkê Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê daye zanîn, heger rewş weke niha dom bike, ew çaverê nakin ku rewş di demeke nêzîk de baştir bibe ji ber ku jiyan asayî bûye û her tişt wek beriya koronayê bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin