WHOyê 4 senaryoyên jêderka vîrusa koronayê eskere kirin
PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ku tîmeke pispor ji bo lêkolînkirina jêderka vîrusa koronaya nû Covid-19 şandibû welatê Çînê û cihê destpêka koronayê Wuhanê ragihand ku 4 senaryoyên jêderka Covid-19 hene.
WHOyê her çar senaryoyên jêderka vîrusa wiha eşkere kirin:
- Ji ajalan belavbûna yekser a zoonotîk.
- Ji nav celebên ajalan derbasbûna vîrusê bo ajalên din û ji wan jî derbasbûna ser mirovan.
- Bi rêya xurekan belavbûna vîrusê.
- Di encama bûyereke nexwestî ya laboratuara Wuhanê de belavbûna vîrusê.
Vîrusa koronayê Covid-19 ku dawiya sala 2019an li bajarê Wuhan ê Çînê derketibû holê niha li seranserê cîhanê belav bûye ku heta niha 112 milyon zêdetir kes pê ketine û 2 milyon û 480 hezar zêdetir mirov jî pê mirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin