Almanya û Îspanya di demeke nêz de dest bi dabeskirina derziya Koronayê dikin

23 November 2020 13:30 0 dîtin
Almanya û Îspanya di demeke nêz de dest bi dabeskirina derziya Koronayê dikin

PeyamaKurd – Dabeşkirina yekem a derziya Koronayê, di nav welatên Ewropî de ji Almanya û Îspanya destpê dike.

Li gor Wezîrê Tendirustiyê yê Almanyayê, Jens Spahn diyar kir, “Meha bê emê dest bi dabeşkirina derziya Covid-19 bikin, cûreyek geşbînî heye ku derziya Koronayê li Ewropayê rizamendiyê wergire, ew jî wiha dike ku em bilez dest bi dabeşkirina wê bikin”.

Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez jî da zanîn:  “Meha Çileya sala bê, em ê dest bi dabeşkirina derziya Koronayê bikin. Bernameyeke me ya berfireh heye ji bo derzîkirina xelkê û em pêşbînî dikin, di şeş mehan de hejmareke zêde ji xelkê bên derzîkirin”.

Herwiha Pedro Sanchez destnîşan kir:  “Em dê 13 hezar binkeyên derzîkirinê daynîn û heta nava sala bê em dê hejmareke zêde ji niştecihan derzî bikin”.