Sekreterê NYê: Bi parvekirinên dadperwerî yên derziyan em dikarin îsal Korona bi dawî bikin

10 February 2022 11:32 0 dîtin
Sekreterê NYê: Bi parvekirinên dadperwerî yên derziyan em dikarin îsal Korona bi dawî bikin

PeyamaKurd – Sekreterê Netewên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres di derbarê Korona de axivî û diyar kir, bi parvekirinên dadperwerî yên derziyên vîrusa Korona ve, em dikarin îsal vê şewbê bi dawî bikin.

Sekreterê Giştî yê NYê Antonio Guterres, di civîna Rêxistina Tenduristiya Cîhanê ya li hember vîrusa Koronayê derziya gerdûnî û bernameyên çareseriyê de axaftinek pêşkeş kir û di sêyem sala wê de balkêşa ser tekoşîna li hember vîrusa Koronayê û got, wek tê xwestin gihaştina armanc pêk nehatiye.

Guterres di berdewamiyê de eşkere kir, bê dadperwerî di dema me ya îro de neserkeftîbûna herî mezin a exlaqe û bedelên wê jî mirov û gelek welat didin. Herwiha da zanîn, bi parvekirina dadperwerî ya derziya vîrusa Koronayê ve, em dikarin îsal vê vîrusê bi dawî bikin.