Trump li ser derziya Korona ya kompaniya Pfizerê çêkiriye axivî

14 November 2020 13:00 0 dîtin
Trump li ser derziya Korona ya kompaniya Pfizerê çêkiriye axivî

PeyamaKurd – Li Qesra Spî, li ser Operasyona Warp Speed ya bo derziya vîrusa Koronayê, Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî hilbijartinên 3yê Mijdarê, cara pêşî derket pêş kamerayan û axivî.

Di preskonferansa li Qesra Spî de Trump diyar kir, ew bo derziya vîrusa Koronayê, bi lezgîniya xwe pêşengiya cîhanê dikin û da zanîn, di 9 mehên dawî de li Amerîka, li dijî vîrusa Korona wan bi her awayî têkoşîn meşandiye.

Trump destnîşan kir, derziya vîrusa Korona ya ku kompaniya Pfizerê çêkiriye, ji sedî 90 bi bandor e û da zanîn, dibe ku di demeke nêz de hin derziyên din jî derkevin.

Trump herwiha got, ku ew dê derziyên vîrusa Koronayê ewilî li xebatkarên alîkariya demûdest, kal û pîran, û komên rîskên wan zêde belav bikin.

Serok Trump diyar kir, wan bi Pfizerê re berê bo 100 milyon û dû re jî 600 milyon derziyên vîrusa Koronayê bi 1,95 milyar dolar peyman îmza kirine.

Serokê Amerîkayê da zanîn, derzî li benda pejirandinên dawî ne û diyar kir, heta Nîsanê ew ê bo hemî Amerîkiyan, derzî amade bin.

Li gor zanyariyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin, li Amerîka ji 10,7 milyonan zêdetir kes bi vîrusa Koronayê ketine, 244,169 kes jî bi wê can dane.