Trump ferman daye ku berî hilbijartinê bi 2 rojan ji bo derziya korona amade bin!

03 September 2020 14:23 0 dîtin
Trump ferman daye ku berî hilbijartinê bi 2 rojan ji bo derziya korona amade bin!

PeyamaKurd – Li gorî ragihandina medyaya Amerîkayê, rêvberiya Trump daxwaz ji rêveberiyên herêmî yên Amerîkayê kiriye ku 1ê Mijdarê ango berî hilbijartina seroktiya Amerîkayê bi du rojan ji bo dabeşkirina derziya koronayê amade bin.

Serokê Navenda Kontrolkirin û Rêgirtina li Nexweşiyan a Amerîkayê, Robert Redfiel bi nameyekê ji hikûmetên herêmî yên wîlayetên Amerîka re gotiye, navenda kontrolkirin û rêgirtina li nexweşiyan bi awayekî bilez daxwaz ji we dike ku ji bo bidestxistina derziya koronayê daxwaza moletê ji bo dabeşkirinê de bikin.

Redfiel, daxwaz ji hikûmetên wîlayetan kiriye, heger pêwîst be dest ji hinek mercên xwe berdin ku dibin sedema rêgirtin ji destbikarbûna navendên dabeşkirina derziya koronayê re.

Hêjayî gotinê ye, hê jî li seranser cîhanê ti derziyeke koronayê negihîştiye encamê ku ceribandinên xwe yên klînîkî temam nekirine.

Li Amerîkayê du namzedên derziyan gihîştine qonaxa dawî ya ceribandinê ku ew jî yên kompanyayên Moderna û Pfizer in.

Herwiha Rêveberiya Donald Trump piştevaniya darayî daye derziya ku ji aliyê Zanîngeha Oxford û komqaniya Astra Zeneca ve tê pêşxistin ku ew jî di qonaxa dawî ya ceribandinan de ye.