Reutersê eskere kir: Trump hefteyek dem daye Maduro ku welêt biterikîne
PeyamaKurd – Ajansa nûçeyan a Reutersê hûrgiliyên pêwendiya telefonî ya di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro de eşkere kir.
Li gorî çar çavkaniyên agahdar, Trump di 21ê Mijdarê de ji Maduro re gotiye: "Hefteyek dem heye ku hûn û malbata xwe welêt biterikînin û biçin cihekî ku hûn dixwazin." Vê maweyê roja Înê (28ê Mijdarê) dawî lê hatiye.
Şertên Maduro û redkirina Trump
Maduro amadebûna xwe ya derketinê nîşan daye, lê çend şert danîne:
- Efûyeke giştî û rakirina hemû cezayên Amerîkayê.
- Girtina dosyaya wî ya li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî.
- Radestkirina desthilatê bo Cîgira Serok Delcy Rodriguezê heta hilbijartinan.
Lêbelê, tê ragihandin ku Trump piraniya van daxwazan red kiriye. Piştî vê yekê, tansiyon zêde bûye û Trump qada hewayî ya Venezuelayê wekî "herêma girtî" ragihandiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin