Trump biryarnameya eskerekirina kustina Kennedy îmze kir

24 January 2025 09:13 0 dîtin
Trump biryarnameya eskerekirina kustina Kennedy îmze kir

PeyamaKurd – Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trûmp biryarnameya ku ji raya giştî tê xwestin ku dosyayên veşartî yên têkildarî kuştina Serokê berê John F. Kennedy (JFK) eşkere bike îmze kir.

Trump di merasima îmzekirinê ya li Qesra Spî de ji bo rakirina perdeya veşartî ya li ser belgeyên kuştina Kennedy gav avêt.

Trump li ser soza ku di heyama hilbijartinê da dabû, biryarnameya serokatiyê îmze kir û tê de destnîşan kir ku divê belgeyên heta niha veşartî yên derbarê kuştina JFK de werin eşkerekirin.

Di biryarnameya serokatiyê ya ku ji aliyê Trump ve hatiye îmzekirin de hatiye diyarkirin ku hemû belgeyên têkildarî qetilkirina Kennedy û birayê wî Robert F. Kennedy û Martin Luther King wê ji raya giştî re bên eşkerekirin.

Di heman merasîma îmzekirinê de, Trump herwiha du biryarnameyên li ser îstîxbarata sûnî, mersûmek ji bo avakirina "Lijneya Şêwirmendiya Zanist û Teknolojiyê", biryarek ku yekîneyek xebatê li ser diravên krîptoyê ava dike û biryarek li ser efûkirina hin xwepêşanderên li dijî kurtajê îmze kir.