Erdogan berî serdana Rûsyayê gefa Minbicê xwar: Trump soz daye...
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dîsa gefa êrîşkirina Minbicê xwar û got, “Emê ewlekariya Minbicê dabîn bikin û radestî xwediyê wê bikin.”
Erdogan di civîneke aboriyê de derbarê Sûriyê, serdana xwe ya bo Rûsyayê û bajarê Minbicê de daxuyanî dan.
Erdogan got, 'Yên ku êrîşeke herî piçûk jî li welatê me bikin, dê bedêla wê giran bidin. Bila ti kes me aciz neke. Wekî em bi rêzdar Trump re axivîne, emê korîdoreke rûbera 20 mîlan çêkin. Sibe serdana me ya Rûsyayê heye. Emê ewlekariya Minbicê dabîn bikin û wê derê radestî xwediyê wê bikin.”
‘ME AMADEKARIYÊN OPERASYONÊ TEMAM KIRINE’
Serokomarê Tirk diyar kir, “Em niha li sînoran in. Bi hemû hêza xwe em li wan deran in. Heke sozên ku dane me bicih werînin baş e. Lê heke pêvajo berevajî bibe, me amadekariyên xwe temam kirine, em ê li gor stratejiya xwe gavên xwe bavêjin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin