Erdogan armanca serdana xwe ya bo Rûsyayê eskere kir

04 March 2020 15:03 0 dîtin
Erdogan armanca serdana xwe ya bo Rûsyayê eskere kir

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro çarşemê li Parlemana Tirkiyê daxuyaniyek da û got hêvîya me ew e ku li Îdlibê agirbestek were ragihandin.

Tê çaverêkirin ku di 5ê Adarê de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Moskowayê bike û bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putin re bicive û li ser rewşa dawî ya Îdlibê guftûgoyan bike.

Li ser pirsa ‘Gelo hêvîya te ji hevdîtina bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re çi ye?' Serokomarê Tirkiyê Erdogan got, “Hêvîya me ew ku agirbestek were dabînkirin.”

Medya erebî li ser hevdîtina muhtemel ya 5ê Adarê li Moskowê di navbera Pûtîn û Erdogan de, şîroveyên balkêş kiribû û ev hevdîtin wekî qûmarbaziya Erdogan a dawî li Idlibê şîrove kiribû

Rojnameya El-Ereb derbarê wê hevdîtinê de wiha nivîsîbû: “Kremlînê daxwaza Serokomarê Tirkiyê Erdogan pêk anî ku hevdîtinê bi serokê Rûsyayê Pûtîn re pêk bîne. Ev çend hefte ne ku Erdogan daxwaza wê hevdîtinê dikir da ku derbarê Idlibê de rêkeftineke pêk bîne û hebûna komên tundrew li herêmê biçespîne, lê Rûsyayê ev tişt nedipejirand. Lewma diyar e ku hevdîtin dê bibe derfeta dawî ji bo Erdogan ku dest ji qumarbaziya xwe ya Idlibê berde, herwiha û dê serokê Tirkiyê ti destkeftan ji vê hevdîtinê negire.”