Armanca serdana Nûrî Malikî ya Hewlêrê eskere bû
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku sibe 22yê Kanûnê Nûrî Malikî ligel şandeke Îtara Tensîqî serdana Hewlêrê dike û bi berpirsên Kurdistanê û partiyên siyasî re dicive.
Nûrî Malikî ji bilî seroktiya Dewleta Qanûnê nûnertiya aliyên şîe yên ku ji encamên hilbijartinên Iraqê nerazî ne û navê xwe jî wekî “Îtara Tensîqî” danîne dike. Îtara Tensîqî ji 6 partî û aliyên siyasî yên şîe pêk tê.
Li gorî zanyariyan armanca serdana Nûrî Malikî ew e ku nêrîna serkirdetiya kurd li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê bizanibe.
Herwiha hatiye ragihandin ku Îtara Tensîqî şandeke xwe jî dişîne cem Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir jî û nêrîna wan jî distîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin