Nûrî Malikî îro serdana Herêma Kurdistanê dike

25 August 2021 11:30 0 dîtin
Nûrî Malikî îro serdana Herêma Kurdistanê dike

PeyamaKurd –  Çavkaniyekê ji ofîsa Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê diyar kir, tê pêşbînîkirin îro roja Çarşemê 25ê Tebaxa 2021 şandeke bilind a Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê bi serokatiya Nûrî Malikî serdana Herêma Kurdistanê bike.

Li gor zanyariyan, Nûrî Malikî serokatiya şandê dike û Hesen Sinêd û hejmarek berpirsên Dewleta Qanûnê jî di şandê de cih digirin.

Herwiha zanyarî didin zanîn, Nûrî Malikî û şanda Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê di vê serdanê de li gel serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û herwiha polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê bicivin.