Zindana Diyarbekir a bi îskenceyan tê naskirin berî serdana Erdogan hat valakirin

12 October 2022 19:37 0 dîtin
Zindana Diyarbekir a bi îskenceyan tê naskirin berî serdana Erdogan hat valakirin

PeyamaKurd - Girtîgeha Diyarbekirê ya ku piştî derbeya leşkerî ya 1980yî gelek îşkence û tadeyên mezin li girtîyên Kurd hatibûn kirin, beriya serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a Diyarbekirê hat valakirin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan 15ê Cotmehê serdana Diyarbekirê dike û beriya niha di serdana xwe ya 9ê Tîrmeha 2021ê de jî gotibû, ew ê Girtîgeha Diyarbekirê bigrin û bikin muzexane û navendeke çandê.

Erdogan roja Şemiyê serdana Diyarbekirê dike û berî serdana wî jî 270 girtî û 170 xebatkarên Girtîgeha Diyarbekirê, ji bo girtîgeha din a bajêr hatin veguhestin.

Li ser kiryar û îşkenceyên Girtîgeha Diyarbekirê yên piştî darbeya 12ê Îlona 1980yî, gelek fîlm, dokumanter û pirtûk hatine nivîsandin û şahidiya wê heyama hovîtiyên pêk hatibûn kirine.